Filitandina 330 koçberên neqanûnî li devavên Tirkiyê
Tebax 29, 2015 12:14 Asia/Tehran
Hêzên garda devavê ya Tirkiyê li 2 rojên çûyî 330 koçberên neqanûnî li devavên deryaya Êjê rizgar kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a dewleta Kuweytê, serokerkantiya artêşa Tirkiyê li daxûyaniyekê ragihand ku hêzên garda devavê pênşemê şevê 120 koçberên neqanûnî li devavên bajarê Bodrûmê li pazrêgeha Moglayê, 95 kes li devavên parzêgeha Izmîrê û 115 kes jî li devavên bajarê Çanakkelayê rizgar kirin.Koçberên neqanûnî bi hin gemiyan hewl didan bi awayê neqanûnî xwe bigihînin giravên avên Yewnanistanê û hêzên garda devavê ya Tirkiyê piştî bihîstina peyamên wan ên tirsa xeniqînê bi gemiyan çûne alîkariay wan û ew rizgar kirin.