Kuştina 943 endamên PKK li encama êrişên çend mehên buhurî yên artêşa Tirkiyê
Tebax 29, 2015 11:13 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê ragihandiye ku ji destpêka qonaxa nû ya êrişên xwe ser çeperên hêzên PKK heya niha herîkêm 943 kes ji hêzên vê grûpê kuştine.
Artêşa Tirkiyê ragihand li encama êrişên ku ji 22 meha Hezîrana çûyî heya niha ser çeperên hêzên PKK li Tirkiyê û li bakurê Iraqê cih hatine, 943 kes ji hêzên hanê hatine kuştine.Serokerkantiya artêşa Tirkiyê bi daxûyaniyekê destnîşan kir ku li encama êrişên balefirên şêrr ên Tirkiyê li bakurê Iraqê ku ji 22 Hezîranê heya niha cih hatine, 550 kes ji endamên PKK li van navçana û 300 kes ji van hêzana jî li encama êrişên nav axa Tirkiyê hatine kuştin.
Li gorî rapora ajana nûçan a dewleta Kuweytê ji Enqerê, li daxûyaniya serokatiya erkantiya artêşa Tirkiyê hatiye tekez kirin ku hejmara hêzên ewlehiyê ku di encama şer û pevçûnên tev PKK da hatine kuştinê gihêştiye 61 kesan û hejmara kuştiyên sivîl jî 17 kes û yên birîndarbûyî jî gihêştiye 232 kesan.
Her li vê bareyê, hêzên Tirkiyê ji 22 Hezîranê heya niha 2166 gumanbarên endametiya li PKK û grûpa tekfîrî ya DAIŞ'ê û grûpa qaşo Bereya Partiya Rizgariya Çep a Inqilabî girtine.