Erdoxan kabîneya demkî pejirand
Tebax 29, 2015 11:03 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê lîsteya wezîrên kabîneya berwext ku serokwezîrê vî welatî dan nasandinê, piştrast kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê duh lîsteya 26 kesî ya kabîneya berwext ku Ehmed Dawûdoxlu serokwezîrê vî welatî bo pejirandinê dabûn nasandinê, piştrast kir.Ev kabîneya biryar e ku heta êkhatina dewleta nû rêvebirina karên welêt bigie ustiyê xwe.
Li gorî vê raporê, Erdoxan roja duşemê danê êvarê hikmê pêkanîna kabîneya demkî da Dawûdoxlu.
Dawûdoxlu jî lîsteya kabîna demkî ku bi xwe kifş kiribû duh êvarê da ber destê Erdoxan.
Kabîneya demkî ya Tirkiyê dê îro bi fermî pêk bê.
Bi dû şikesta muzakireyên partiyên siyasî yên Tirkiyê bo pêkanîna dewleta hevalbendiyê, Receb Teyîb Erdoxan roja 1 Mijdarê wek roja birêxistina hilbijartinên pêşwext ragihand.