Dewleta berwext a Tirkiyê dê karê xwe destpê bike
Tebax 28, 2015 21:24 Asia/Tehran
Mecala pênc rojî bona Dawûdoglu bona pêkanîna dewleta berwext êvara îro kuta bû.
Li gor rapora IRIB News'ê, Ehmed Dawûdoglu, serokwezîrê Tirkiyê, êvara îro îniyê lîsta 26 wezîrên xwe bona pêkanîna dewleta berwext daye ber destê Erdogan, serokkomarê vî welatî.Piştê ku proja pêkanîna dewleta Hevalbendî li nav Tirkiyê rastî işkestê hat , Erdogan serokkomarê vî welatî, roja yekê Novambrê, roja hilbijartina pêşwext li vî welatî ragihand û Ehmed Dawûdoglu jî êvara duşemê kire memûrê pêkanîna dewleta berwext.
Gor aghdariyên belavbûyê Dawûdoglu 5 wezîr ji nav lîsta MHP, 3 wezîr ji nav lîsta CHP û 3 wezîr jî ji nav HDP bona pişkdariya li nav dewleta berwext bijartiye.
Hatiye ragihandin ku Tuqrol Torkêş, endamê MHP û Muslim Dogan û Elî Heyder Kinca, jî ji HDP bersiva erênî dane vê deweta Ehmed Dawûdoglu.
Hatiye ragihandin ku nûnerên CHP'ê tu bersivek nedane vê deweta Dawûdoglu.