Tebax 28, 2015 21:14 Asia/Tehran
  • Dewama cinayetên DAIŞ'ê li nav Iraqê

Terorîstên tekfîrî yên DAIŞ'ê mizgeftekî din jî li Mûsilê li bakûra vî welatî kawil kirin.

Li gorî rapora ajansa IRNA'yê, grûpa terorîst a DAIŞ'ê li cinayeta xwe ya dijî mirovan ya nû duh pêncşemê mizgefta Ebûbekr li navça Şûrî li bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê kawil kir.
Grûpa terorîst a DAIŞ'ê heta niha bi dehan mizgeft û navendên dînî li nav Iraqê û Sûriyê kawil kirine .
Helbet grûpa terorîst a DAIŞ'ê îbadetgehên peyrevên dînên dine esmanî û merqedên pêxemberan jî kawil kirine.
Ji aliyê din ve hatiye ragihandin ku terorîstên DAIŞ'ê zêrevanê medreseyekê li parêzgeha Selahedînê ji ber gotinên zarokê wî yê pênc salî darda kirin..
Hatiye ragihandin ku çaxê zarokekê li navça El-Şerqat li bakûra Selahedînê gote terorîstekî DAIŞ'ê ku bavê min ji we vêzar e, terorîstan ew mêrika girtin û piştî işkenceyên giran ew kuştin.
Gor nûçeyekî dinê grûpa terorîst a DAIŞ'ê 6 endamên xwe li navça Nezal li navenda Felûcê kuştin.