Pevçûna DAIŞ'ê bi terorîstên din ên nêzî Tirkiyê
Tebax 28, 2015 20:24 Asia/Tehran
Pevçûna di navbera endamên DAIŞ'ê tev grûpên din ên terorîstî da yên li navçeyên nêzîkî sînorê Tirkiyê bi giranî didomin.
Li gorî rapora malpera nûçan a kanala El- Alemê, ev pevçûnana li bakûrê bajarê Helebê û nêzî sînorên Tirkiyê didomin, bi awayekî ku DAIŞ'ê hin gundan bi tamî girtiye destê xwe. Nûçe radihigînin ku endamên DAIŞ'ê piştî ku gelek alav, çek û texemenî wergirtin, van êrişana girantir kirin.Di encama van pevçûnan da bi dehan endamên çekdar ên grûpên curbicur hatine kuştin.
Li gorî vê raporê, endamên DAIŞ'ê gundên Herbel, Sendef, Dehle û Herecleyê girtin destê xwe û êrişî bajarê Mareiê ku ketiye ser riya alîkariyagihandina grûpên çekdar da.
Serdestiya DAIŞ'ê ser gundên sînorî yên Dehle û Herecleyê, derbeyeka mezin a ser grûpa ser navê Sultan Murad a ser bi servîsên sîxuriyê yên Tirkiyê tê hesêb.