Tebax 28, 2015 17:58 Asia/Tehran
  • Sedî 80 ji xelkê Tirkiyê piştevaniya pergala siyasî ya serokatiyê li vî welatî nakin

Li gorî anketa ku hatiye girtin, nêzî sedî 80 ji xelkê Tirkiyê, piştevaniya pergala siyasî ya serokatiyê li vî welatî nakin.

Li gorî rapora IRNA'yê, anketa saziya Gezîciyê ku vê dawiyê hate weşandinê, nîşan dide ku zêde ji sedî 7'ê xelkê Tirkiyê, neyarê guhartina pergala siyasî ya vî welatî ji parlemanî bi serokayetî yê ne.
Hatiye ragihandin ku nêzî sedî 22'ê xelkê Tirkiyê, piştevanê pergala serokayetiyê ne û dixwazin ku pergala hikûmeta vî welatî ji parlemanî bi serokayetî were guhartin.
Li anketa navenda Gezîciyê ku 4 hezar û 860 kes pişkdarî kirine, sedî 35'ê piştevanên AKP neyariya xwe digel guhartina sîstema parlemanî bi serokayetî ragihandine.
Li vê anketê destnîşan bûye ku gelê Tirkiyê, ji ber sê hegeran, naxwazin ku pergala hukmdariya vî welatî were guhartin.
Zêde ji sedî 47'ê xelkê Tirkiyê, ji viya ditirsin ku eger sîstema serokatiyê li vî welatî hakim be, wê çaxê îmkana sedestiya dîktatoriyê heye.
zêde ji sedî 39'ê xelkê Tirkiyê, ji parçebûna Tirkiyê ditirsin û zêde ji sedî 12-an jî, ji viya ditirsin ku hitmala guhartina nijyara yekparçe ya Tirkiyê heye.
Gor vê anketê, nêzî sedî 40 ji xelkê Tirkiyê, li hilbijartina pêşwext, dê dengên xwe bidin AKP ku li gorî hilbijartina 7'ê Hezîranê, xelkê Tirkiyê kêmtir ji berê bawerî bi AKP'ê hene.