Pevçûna di navbera alîgirên PKK'ê û polîsê Tirkiyê
Tebax 28, 2015 16:37 Asia/Tehran
Beşdarên li xwenîşandana piştgiriya ji Partya Karkerên Kurdistana Tirkiyê yan PKK'ê û polîsê li Stenbolê bi hev re pev çûn.
Li gorî rapora kanala Press TV'yê, bi dû hewldana polîsê ji bo berbelavkirina beşdarên li xwenîşandana ku sibêha îro bona nîşandana nerazîbûna li hember serkutkirina PKK'ê hat li darxistin, xwenîşander û hêzên Polîsê bi hev re pev çûn. Beşdarên li xwenîşandana roja îniyê bi kombûna li navçeya Geziyê li Stenbolê hêrsbûna xwe ya li hember operasiyona vê dawiyê ya artêşa Tirkiyê dijî PKK'ê li bakûrê Iraqê nîşan dan. Xwenîşander bi girêddana kolanên cihê kombûna xwe, ber bi makîneyeyên hêzên polîsê madeyên agirpêketinê avêtin. Polîsê Tirkiyê jî ji bo ku xwenîşanderan berbelav bike gaza rondikhîner û makîneyên av reşandinê bi kar anî.Dewleta Tirkiyê li hefteyên vê dawiyê hin operasiyonên berfireh ji bo serkutkirina hêzên PKK'ê yên li vî welatî û her wiha li bakûrê Iraqê dest pê kirine.