Tebax 28, 2015 11:50 Asia/Tehran
  • Rexneya CHP'ê ji dewleta Tirkiyê

Rêberê Partiya Komaraxwaz a Gel (CHP) ji serokkomarê Tirkiyê bona propagandeya eşkera ya hilbijartinan bi tundî rexne girt.

Li gor rapora Hurriyetê, Kemal Qilîçdaroglu rêberê Partiya Komaraxwaz a Gel (CHP) li gotinên xwe destnîşan kir ku propagandeyên eşkera yên Reeceb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bona hilbijartinên pêşwext ên 1 Mijdarê ihaneta rasterast li Ehmed Dawûdoglu ye.
Kemal Qilîçdaroglu bal kişande ser viya ku niha Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê serokê AKP ye û ragihand: Eva ku Erdogan hema rasterast û bi aqilmendî propagandeyên hilbijartinên pêşwexte nav Tirkiyê destpê kiriye, bi vê wateyê ye ku ew dixwaze wisa bide diyarkirin ku Dawûdoglu bi kêr nayê.
Erdogan serokkomarê Tirkiyê ku pêş birêketina hilbijartina 7 Hezîranê li Tirkiyê jî tevî rexneyên ku jê hatibûn kirin hema eşkera propagandeya bo hilbijartinan bo destpê kir, ragihandiye ku her çend hinek neyarê propagandeyên wî yên hilbijartinan ne lê ew ê dewamê bide van propagandeyên bo AKP.