Tebax 28, 2015 07:29 Asia/Tehran
  • Dewama pevçûna di navbera endamên PKK'ê û artêşa Tirkiyê da

Di encama êrişa endamên PKK'ê da, kesek sivîl li rojhilata Tirkiyê hat kuştinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoliyê, çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê îro ragihandin ku endamên PKK'ê êrişî qereqolekê li wilayeta Şirnexê li rojhilata vî welatî kirine ku di encama pevçûna di navbera her du aliyan da, sivîlek hat kuştin û çend sivîl û serbaz jî birîndar bûn.
Di vî halî da malpera rojnama Teref çapa Tirkiyê jî ragihand ku 5 endamên PKK'ê di encama şerê li hemberî hêzên vî welatî li wilayeta Şirnexê hatin kuştin.
Eva 2 meh in ku pevçûnên di navbera PKK'ê û artêşa Tirkiyê da destpê bûne. Pevçûn piştî ku di encama teqîna têrorîst ya Sirûçê da 32 ciwanên kurd hatin kuştin û zêde ji 100 kesan jî birîndar bûn destpê bûn.
Li gorî raporan, di encama êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê ser pêgehên PKK'ê li bakûra Iraqê, van 2 mehan da, zêde ji 800 endamên PKK'ê û 60 serbazên tirk hatine kuştin.