Tebax 27, 2015 18:11 Asia/Tehran
  • 250 kîlogerem madên teqandinî li Tirkiyê kifş bû

Hêzên eskerî yên Tirkiyê li rojhilata vî welatî 250 kîlo madên amade ji bo teqandinê peyda kirin.

Li gor rapora ajansa Dogan , Hêzên eskerî yên Tirkiyê li lêgeryana li malên du navçên Kaxizman û Dîgorê li parêzgeha Qarsê li rojhilata vî welatî karîn 250 kîlogerem madên teqandinî peyda bikin.
Bingehên Tirkiyê ragihandine ku ev madên teqandinî yê PKK bûye.
Ji du meh berî niha ku ji ber kiryarekî înteharî li bajarê Sorûça Tirkiyê û li koma alîgîrên kurdan 31 kes hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûn rewşa nav Tirkiyê jî aloz bûye. Bingehên Tirkiyê herwisa ragihandine ku lli van du mehan ji ber êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê ser pêgehên PKK , nîzikî 819 kes ji endamên PKK hatine kuştin.
Hatiye ragihandin ku li vê mudehê 60 eskerên Tirkiyê jî hatine kuştin.