Danûstandinên Dawûdoglu bona pêkanîna dewleta berwext
Tebax 27, 2015 16:44 Asia/Tehran
Ehmed Dawûdoglu rêberê partiya AKP danûstandinên xwe ji bo pêkanîna dewleta berwext dest pê kiriye.
Birek ji medyayên Tirkiyê ragihandine ku Ehmed Dawûdoglu rêberê AKP ku ji aliyê Erdogan serokkomarê Tirkiyê bûye berpirsê pêkanîna dewleta berwext 11 postên wezaretxanan ji bo partiyên neyar pêşniyar kirine.Her çend heta niha tu kîjan ji partiyên neyarên AKP yanî partiyên MHP, CHP û HDP bersiva pêşniyara Dawûdoglu nedane ku kanê wan wezaretxanên pêşniyarî qebûl dikin yan jî na lê eger bê û HDP pêşniyara Dawûdoglu qebûl bikin, eva ewil car e ku partiyekî kurd li nav dewleta Tirkiyê dê pişkdar be.Her çend hêtimal pir e ku Dawûdoglu wezaretxanên girîng nade destê neyaran.
Gorî qanûna bingehîn a Tirkiyê eger bê û partiyên neyar pêşniyarên Dawûdoglu qebûl nekin wê çaxê Dawûdoglu dikare ji namzedên bêla li meclisa Tirkiyê dewet bike ku pişkdariya dewleta berwext bikin.
Pê berçavgirtina viya ku dewra hilbijartina pêşwext li Tirkiyê ji aliyê Erdogan serokkomarê vî welatî kifş bûye em dikarin bibêjin ku dewra 25`an a parlemana Tirkiyê dewra herî kurt li dîroka siyasî ya vê dewranê li vî welatî ye.
Ji aliyê din ve rexnekerên AKP jî bawerin , ew dewleta ku AKP têda piraniya nûneran tune pêwîst e bê hilweşandin û para pirtir a partiyên neyar hema ser vê bawerê ne her çend ku serokên AKP dibêjin ev nêhrîna tiştekî bê xîm û binyat e.
Sercem siyasetên ku AKP van rojan bi dû wan daye pirtir ji ber viya ye ku ew bikaribin nizama hukmdariya nav Tirkiyê ji parlemanî ber bi serokatiyê biguherînin û Erdogan serokkomarê Tirkiyê û serokên din ên AKP pirtir bi dû vê desthatê ne.
Siyaseta din a AKP jî li birêxistina dewra pêşwext a hilbijartina parlemanî eva ye ku bikaribe para pirtir a nûnerên xwe bişîne parlemanê ta ku bikaribe hema bi tenê dewletê damezirîne.
Muhemmed Muezinoglu wezîrê saxlemiya Tirkiyê û endamê AKP hema bi eşkera gotiye ku: Hegera sereke ya aloziyên nav Tirkiyê nebûna sîstema serokatiyê li nav vî welatî ye.
Helbet pêştir Îsmet Yilmaz wezîrê bergîrî û berevaniya wê çaxê yê Tirkiyê û serokê parlemana nihaye vî welatî jî gotibû ku eger bê û dewleta hevalbendî li nav Tirkiyê neyê damezirandin wê çaxê êdî pêwîst e ku nizama serokatiyê li nav welêt were damezirandin û tu kes nikare pêşiya vê rûdawê bigire.ji ber ku êdî manê û berbenda sedî 10 yan Baraj jî nikare ewlehiya Tirkiyê dabîn bike û AKP jî ew qudreta tune ku qanûna bingehîn biguherîne.
Ji aliyê din ve Kemal Qilîçdaroglu rêberê partiya CHP ku ji neyarên AKP û Erdogane pêştir ragihandibû ku Tirkiye di rewşekî awarte daye û Erdogan û AKP kifş nîne ku bo çi gotinên wiha tînin ziman.
Helber rojnamên Tirkiyê yên wekî Zeman jî ragihandibû ku Erdogan û AKP pê nexşe rêya pêşerojê biryar girtine kuhilbijartinnên pêşwext bi rê xînin.
Ji aliyê din ve birek ji serokên derecebilind ên AKP jî bawer in ku Erdogan bê şik li fikra bidestanîna qudreta xwe ya berê ye qudreta ku wî ji dest daye û bona vê yekê Erdogan tu rê xêncî birêxistina pêşwext tune.
Helbet rojnama Zeman li raporeka xwe da nivîsiye ku AKP hinek sênaryo bona bidestxistina reyî û dengên xelkê hene ku yek ji wan çêkirina aloziyan li navçên kurdtêda yên Tirkiyê ye ta ku bi vê qirarê carek din AKP li van navçan bikaribe reyî û dengên Partiya Demokratîk a Gelan ji wan bistîne .
Ji ber van siyasetan e ku Kemal Qilîçdaroglu serokê CHP li hevdîtinên xwe tev taxima partiya Sosyal Demokrat a Swêd û navenda Olaf Palme bi eşkera ragehîne ku Erdogan dil heye ji van aloziyên nav Tirkiyê ser xêr û qazanca xwe behre bigre.
Her li van hevdîtinan Kemal Qilîçdaroglu parlemana Ewrûpa tawanbar kir ku li hemberî dewleta AKP siyasetên du cure girtiye ber xwe.