Siyasetên bê encam ên Erdoxan li Tirkiyê
Tebax 27, 2015 15:44 Asia/Tehran
Karzanê meselên siyasî destnîşan kir ku siyasetên serokkomarê Tirkiyê bona guhartina qanûna bingehîn ya vî welatî rastî şikestê hatiye.
Pîr Muhemmed Molazihî karzanê meselên siyasî li gotûbêja xwe ya tev jimara îro pêncşemê ya rojnama Quds çapa Têhranê destnîşan kir: Hedefa Erdoxan serokkomarê Tirkiyê ji birêxistina hilbijartina pêşwext guhartina qanûna bingehîn û guhartina nizama hukmdariya Tirkiyê ji nizama parlemanî bi nizama serokatiyê ye bi curekê ku wî dil heye qudretê bixe destê xwe lê rastî evaye ku li vê çarçûvê da siyasetên Erdogan rastî işkestê hatine.Pîr Muhemmed Molazihî destnîşan kir ku Erdoxan lli ragihandina birêketina hilbijartina pêşwext siyasetekî girîng îcra kir ji ber ku niha Tirkiye mijûlî şerê tev PKK`ê ye.
Pîr Muhemmed Molazihî ragihand ku hilbijartina parlemanî ya Tirkiyê ku bûye sebeb partiya kurd ya HDP ku jê wekî liqa siyasî ya PKK tê hisab reyî û dengên zav bîne dest û ji manê û berbenda barajê derbas bibe nîşan da xêncî viya ku kurd piştevanê Partiya Demokratîk a Gelanin , hinek ji tirkên mentiqî jî alîgîrên micid ên HDP ne.
Pîr Muhemmed Molazihî ragihand ku eger bê û li hilbijartina pêşwext partiya AKP reyî û dengên pêwîst ji bo pêkanîna dewletê bîne dest dîsa jî nikare hema bi tenê dewleteka yek alî damezirîne û hewceye ku hevalbendiyekê pêk bîne.
Piştî ku Ehmed Dawûdoxlu serokwezîrê Tirkiyê jii aliyê Erdogan bûye memûrê pêkanîna dewletê û wî nikarî dewleta hevalbendî pêk bîne Erdogan wekî serokkomarê Tirkiyê fermana birêketina pêşwext ya hilbijartinê da. Ev biryarar Erdoxan li halekê bû ku AKP nekarî dewletekî hevalbendî pêk bîne loma ev biryara Erdogan rastî rexneyên zav hat. Hilbijartina pêşwext li Tirkiyê qirar e ku li roja ewil a meha Novambrê bi rê keve.