Daxwaza derxistina nûnerê Enqerê ji Partiya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê hate xwestin
Tebax 27, 2015 15:41 Asia/Tehran
Bi dû vêya ku Tûxrûl Tûrkîş, nûnerê Enqerê li meclisa Tirkiyê, qebûl kir ku tevlî dewleta demkî ya taybetî hilbijartinê bibe, dosiya wî bi xwesteka derxistinê, ji bo komîteya serûberiya Partiya Hereketa Neteweyî(MHP) hat şandin.
Li gorî rapora malpera rojnama Zaman Çapa Tirkiyê, Tûxrûl Tûrkîş, duh pêşniyara Ehmed Dawûdoglû, serokwezîrê Tirkiyê, ya ji bo qebûlkirina posta wezaretê li dewleta demkî, pejirand. Semîh Yalçin, cîgirê serokê Partiya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê, bi weşandina daxuyaniyekê vê karê Tûrkîş, dijî esl û siyasetên Partiya Hereketa Neteweyî da zanîn û ragihand: Dewlet Baxçelî, serokê Partiya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê, dosiya Tûrkîşi bi xwesteka derxistina hetmî ji vê partiyê şandiye komîteya serûberiya Partiya Hereketa Neteweyî.Hêjayê gotinê ye ku Ehmed Dawûdoxlû bi 11 nûnerên partiyên Komarxwaz a Gel (CHP) û Hereketa Neteweyî (MHP) û Demokratîk a Gelan (HDP) yên li meclisa Tirkiyê re pêşniyar kiribû ku postên wezaretê li dewleta demkî qebûl bikin. Nûnerên Partiya Komarxwaz a Gel, pêşniyara serokwezîrê Tirkiyê qebûl nekirine. Partiya Hereketa Neteweyî jî dijayetiya xwe ya bi tevlîbûna li dewleta demkî ragihandiye. Çav li rê ye ku nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan, qebûl bike ku tevlî dewleta demkî bibe.
Hilbijartinên zûtir ji demê li Tirkiyê yê yekê Terşînê werin li darxistin.