Tebax 27, 2015 14:41 Asia/Tehran
  • Berevaniya Erdoxan ji birêketina hilbijartina pêşwext li Tirkiyê

Serokkomarê Tirkiyê bi biryara xwe bona birêxistina hilbijartina pêşwext li vî welatî berevanî kir.

Li gor rapora ajansa Anatoliyê, Receb Teyib Erdoxan serokkomarê Tirkiyê li gotinên xwe yên duh çarşemê destnîşan kir ku hemû rêçareyên bona pêkanîna dewleta hevalbendiyê rastî şikestêê hatin û gor qanûna bingehîn a Tirkiyê wî tu rêçareyek tunebû xêncî birêxistina hilbijartina pêşwext.
Erdoxan li bara rexneya ku ji wî tê girtin li ser vê babetê ku wî îzna pêkanîna dewletê nedaye partiya MHP`ê ku wekî partiya duduyan yê mezin li vî welatî tê hisab jî got: Siyasetên partiyan bibaşî nîşan da ku tu partiyek naxwaze dewleta hevalbendiyê pêk bîne loma tu hewcetiyek bi viya nebû ku MHP bona pêkanîna dewleta bibe memûr.
Erdoxan li dewama gotinên xwe rewşa Tirkiyê awarte daye zanîn û ji birek ji medyayên rojava ku grûpên terorîstî yên nav Tirkiyê bê sûc didin nasandinê jî rexne kir.
Piştê ku Ehmed Davûdoxlu serokwezîrê Tirkiyê jii aliyê Erdoxan bûye memûrê pêkanîna dewletê û wî nekarî dewleta hevalbendî pêk bîne Erdoxan wekî serokkomarê Tirkiyê fermana birêketina pêşwext ya hilbijartinê da.
Ev biryarar Erdoxan li halekê bû ku AKP`ê nikarî dewleteka hevalbendî pêk bîne loma ev biryara Erdoxan rastî rexneyên zav hat.
Hilbijartina pêşwext li Tirkiyê qirare ku li roja ewil a meha Novambrê bi rê keve.