Tebax 27, 2015 14:37 Asia/Tehran
  • Jordaçûna asta hejariyê li Tirkiyê

Zêdebûna bihaya madeyên xwarinê li Tirkiyê bû sedema jordaçûna asta hejariya li vî welatî.

Li gorî rapora malpera rojnama Zamanê, konfederasiyona yekîtiyên karkeran a Tirkiyê (Tûrk- Îş) roja çarşemiyê ragihand: Asta hejariyê li vî welatî di meha Tebaxê ji bo malbateka 4 kesî gihîştiye 4 hezar û 378 lîreyên tirk.
Di dawiya sala 2014'an da, asta hejariyê li Tirkiyê ji bo malbateka 4 kesî li Tirkiyê 4 hezar lîreyên tirk bû. Li gorî vê raporê, xercên malbateka 4 kesî li Tirkiyê xercên xwarekê, hatûçûn, mal û ... digirin ber xwe ku ji destpêka sala 2014'an va heta niha 366 lîreyên tirk di mehê de zêde bûne.
Bihaya madeyên xwarinê li Tirkiyê zêde bûye û ne tenê bandora xwe daniye ser asta hejariyê belki li asta zama li vî welatî jî bandor kiriye.