Berteka tund a Tirkiyê li hebmer îdiaya revandina dijberên sûrî
Tebax 27, 2015 11:27 Asia/Tehran
Wezareta karên derve ya Tirkiyê, îdiaya rola Tirkiyê ya revandina dijberên sûrî, derew da zanîn.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Îslam Azerî ji zarê medyayên Tirkiyê, Tanjû Bîlgîç, berdevkê wezareta karên derve ya Tirkiyê, roja çarşemiyê îdiayên li bara rola vî welatî ya di dizîna dijberên sûrî yên beşdarên bernameya perwerdehiya alavan derew da zanîn. Tanjû Bîlgîç herwiha got: Nûçe û raporên ku li malpera ajanseka nûçeyan a derveyî, li bara dizîna dijberên sûrî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, hatine weşandin, ne rast in.Berdevkê wezareta karên derve ya Tirkiyê herwiha destnîşan kir, îdiaya peywendiya Tirkiyê ya bi hin grûpên terorîstî, ten tawanbarkirin e. Kesên ku hatine revandin, grûpeka 54 kesî bûne ku li Tirkiyê perwerdehiya çekdariyê dîtine û bi 30 makîne, çek û rextan derbasî Sûriyê bû bûn.
Cibhetunnusreyê, berpirsyaretiya dizîna dijberên navînrê yên ku di çarçoveya bernameya perwerdehiya Amerîkayê de bona amadbûna ji bo sekinîna li hember DAIŞ'ê perwerde bûbûn, girtine stuyê xwe.