Tebax 27, 2015 11:14 Asia/Tehran
  • Şîeyên Stenbolê dibêjin, Tirkiye yê nebe welatê wehabiyan

Şîeyên Stenbolê li hember zexta neqanûnî ya hêzên ser bi wehabiyetê dijî şîeyan û qutkirina ceryana mizgevtên şîeyan li Stenbolê, nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a IRIB NEWS'ê ji zarê malpera Zêynebiyeyê, li kombûna hejmare ji şîeyên Stenbolê li mizgevta Îmam Elî (S) hate destnîşankirin ku hegera sereke ya zexta dijî mizgevtên şîeyan ên Stenbolê, miftiyê ser bi wehabiyetê li navçeya Bagcilarê ye. Miftiyê Bagcilarê bi dû qutbûna ceryana mizgevta Gûneşliyê û mizgevta Îmam Elî(s) a li vî navçey, li berteka li hember nerazîbûna xelkê, ji bo şîeyên vî welatê re pêşniyar kir ku koçî Îranê bikin.
Îbrahîm Şeren, alimekî şîeyên Stenbolê li axiftinekê li kombûna mizgevta Îmam Elî(s)ê got: Tenê ceryana mizgevta Îmam Elî(s) û mizgevta Ehlê Beytê li Gûneşliyê qut nebûye belki di rastiyê da ev karana êrişî li ser mekteb û îdêolojiya me tên hesêb.
Îbrahîm Şeren herwiha got: Mafê tu kesî nîne ku şîeyên Tirkiyê re bibêje ku herine kêderê. Beşdarên li vê kombûnê, dirûşmeyên '' Em miftiyên wehabî naxwazin'', '' Em netewek in, cudatiyê naxwazin'', '' Tirkiye yê nebe welatê wehabiyan'' dan.