Tebax 27, 2015 11:06 Asia/Tehran
  • 5 kes li pevçûna di navbera hêzên dewletî yên Tirkiyê û PKK'ê da, hatine kuştin

5 endamên Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê yan PKK'ê, di encama pevçûna tev hêzên dewletî yên vî welatî li parêzgeha Şirnexê de li başûrê rojhilatê Tirkiyê hatin kuştin.

Li gorî rapora malpera rojnama Teref çapa Tirkiyê, 3 endamên PKK'ê ku jinek jî di nava wan da bû, di operasiyona hêzên jandarmetiya Tirkiyê da ku bi piştevaniya helîkopteran li navçeya Çakirsûyît a Şirnexê cih hat, hatin kuştin. Di pevçûneka din da ku di navbera endamên çekdar ên PKK'ê û hêzên çekdariyê yên Tirkiyê da li nêzî gundê Gol Yaziyê li pişka Ûlûdere ya Şirnexê li sînorê Iraqê qewimî, du endamên PKK'ê hatin kuştin.
Nûçeyeka din radigihîne ku pêgeha fermandariya gordana Seslîce li çiyayê Kûpeliyê li parêzgeha Şirnexê jî şeva buhurî ji bo cara sêyem a li meha dawiyê da bûye armanca êrişa endamên grûpa PKK'ê.
Endamên PKK'ê piştî pevçûna giran a li vî navçeyî reviyane navçeya çiyayî.