Armanca Tirkiyê, kontrola kurdan e û eva ye ku pêşiya bihêzbûna wan bigire
Tebax 27, 2015 09:50 Asia/Tehran
Sernivîskarê belavoka ''Dewlet û hêzê'' û lêhûrbînê meselên Rojilata Navînê got: Tirkiye li hember kurdên vî welatî 2 armancên kontrolkirina çalakiyên siyasî, civakî û pêşîlêgirtina ji bihêzbûna wan a di warê çekdariyê da, dişopîne.
Elîriza Celalî, li hevpeyvîna tev Radyoya îtalyayî ya beşa dervesînoriya Komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser pevçûnên vê dawiyê yên li Tirkiyê û bombebarana pêgehên Partiya karkerên Kurdistana Tirkiyê yan PKK'ê û herwiha got: Têkbirina Erdoxan û Partya Dad û Geşepêdanê(AKP) li hilbijartinên parlimanî yên vî welatî û zêdebûna hejmara nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li parlimana Tirkiyê, dewleta Dawûdoglû daye hemberî kurdan.Celalî destnîşan kir: Erdogan bi mehneya şerrê li gel DAIŞ'ê, pêgehên kurdên vî welatî bi hêviya lawazkirina wan dide ber bombeyan. Wî destnîşan kir: Dewleta Tirkiyê ji lawazbûna DAIŞ'ê û bihêzbûna kurdan û kontrolkirina sînorên vî welatî û Sûriyê ji aliyê hêzên PKK'ê ditirse û eva yek ji hegerên sereke yên êrişa ser pêgehên kurdên Tirkiyê bûye. Vî karzanê siyasî destnîşan kir: Dewleta Tirkiyê bona ku kurdên vî welatî û yên Sûriyê zêdetir bi hev re bibin yek nigeran e û wê yekê tehlûkeyek ji bo hebûna xwe dizane.