Erdoxan dijî dabeşkirina desthilatê tev partiyên din ên Tirkiyê ye
Tebax 27, 2015 09:48 Asia/Tehran
Lêhûrbînê siyasî yê ji Tirkiyê got: Receb Teyîb Erdogan, ji ber encamên hilbijartinên parlimanî yên Tirkiyê razî nebû û dijî dabeşkirina desthilatê tev partiyên din ên vî welatî ye.
Tûrker Ertûrk, lêhûrbînê siyasî yê tirk, li hevpeyvîna tev Radyoya Tirkî ya beşa derwesînorî ya Komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser hewldana Erdoxan û serkevtina wî ya li têkbirina pêvajoya pêkhatina dewleta hevalbend a li Tirkiyê û herwiha got: Ew dixwaze ku pergala siyasî ya Tirkiyê, ji parlimanî bi serokatiyê re biguhere. Ertûrk destnîşan kir: Erdoxan, desthilatên posta serokkomariyê, têra xwe nizane û hewl dide ta ku bi liarxistina hilbijartina dubare rê bona wergirtina kursiyê bi qasê têrê û bi armanca guhertina pergala vî welatî bi serokatiyê, xweş bike.Lêhûrbînê siyasî yê Tirkiyê, siyasetên Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP), anegorî xwestekên xelkê Tirkiyê da zanîn û destnîşan kir: Xelkê Tirkiyê li hilbijartinên parlimanî yên buhurî, dijayetiya xwe ya vebirr tev siyasetên Partiya Dad û Geşepêdanê û Erdogani bixwe ragihandin.