Ragihandina rewşa awarte li bajarê sînorî yê Tirkiyê
Tebax 27, 2015 09:38 Asia/Tehran
Parêzgariya Hekarî ya Tirkiyê li bajarê ser sînorê yê Yûksekovayê, rewşa awarte ragihand.
Li gorî rapora IRNA'yê, li daxuyaniya şeva çarşemiyê ya parêzgariya Hekariyê hatiye ragihandin: Bi zêdebûna êrişên terorîstî yên li Yûksekovayê, bona parastina ewlehiya can û malên welatiyan û dabînkirina aramî û tenahiya li bajêr û li gorî qanûna birêveberiya parêzgehan, ji saet 23'an a li bajêr, rewşa awarte tê ragihandin. Ev rewşa yê hetanî careka din were ragihandin bidome.Malpera Xeberlerê, hevgavê ajansên nûçeyan ên Tirkiyê vê nûçeyê bi koda lezgîn weşand û herwiha ragihand: Piştî ragihandina rewşa awarte li bajêr, dengê gulleavêtinê ji cihên curbicur bilind bû û makîneyên zirixî yên artêşê ber bi dengê va meşiyan.
Yûksekova, hevgavê destpêbûna pevçûnên di navbera hêzên dewletî û Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê yan PKK'ê, li 50 rojên vê dawiyê, yek ji wan navçeyan e ku bûye şahida pevçûnên berfire û nearamiyên ciddî.
Nêzî sê hefteyan e ku çalakiya balafirgeha nû avabûyî ya Yûksekovayê jî ji ber hin karên ewlehiyê hatiye rawestandin. Niha li 111 cihên navçeyên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê, rewşa awarte didome.