Tebax 26, 2015 19:43 Asia/Tehran
  • Tirkiye amade nîne hilbijartinên pêşdemî li dar xîne

Nûnerekî parlimana Tirkiyê rewşa siyasî, aborî û leşgerî ya Tirkiyê bo lidarxistina hilbijartina parlimanî ya pêşwext neguncaw da zanîn.

Li gorî IRIB NEWS'ê, Umîd Ozdax, nûnerê parêzgeha Gazî Entepê li parlimana Tirkiy roja çarşemiyê got: Serokkomar Erdoxan amade nîne encama hilbijartina 7'ê Jûenê bipejirîne û loma jî Tirkiye neçar maye careka din hilbijartinê li dar xîne. Ozdax ser pêwîstiya yekîtiya AKP'ê û partiyên din di rewşa nearam a niha sekinî û got: Gefên hundir û derve dikarin Tirkiyê ber bi şerrekî navxweyî va bibin. Vî nûnerê parlimanê ragihand ku êrişên hewayî yên artêşê dijî PKK'ê didomin û ser vê yekê got: Armanca serke ya van êrişan ew nîne ku ev rêxistin ji holê rabe, rdoxan dixwaze bi vê riyê hêza xwe vejîne. Piştî ku muzakireyên bo çêkirina dewleta hevpeyman şikest xwar, Erdoxan ragihand ku dixwaze hilbijartinên pêşdemî bên lidarxistin. Sedî Gûven, serokê Konseya Bilind a Çavdêr a Hilbijrtinan roja sêşemiyê bi daxuyaniyekê got: Hilbijartina pêşdemî yê roja yekê meha Novambrê bê lidarxistin.