Tebax 26, 2015 19:40 Asia/Tehran
  • Daxawaz fermandarekî PKK ji endamên wê

Fermandeyekî payebilind ê PKK ji endamên wê daxwaz kir ku dev ji êrişên serbixwe ser hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê berdin.

Li gorî rapora Reutersê ji Istembolê, Dûran Kalkan ji fermandeyên payebilind ê PKK ev daxwaza roja sêşemiyê li halekê xist rojevê ku li dû binpêkirina agirbesê, tundî û tîjî li başûrê rojhilata Tirkiyê zêde bûne.
Kalkani anî zimên eskerên ku li opersyonê beşdar bûne û êriş nekirine ser mîlîtanan an xelkê sivîl, ti car nabe bikevin ber êrişê. Her wiha yên ku di karûbarên siyasî de mudaxileya wan tine û tenê li ser sînoran mijûlî berevanî an zêrevaniyê ne.
Li gorî ragihandina medyayên Tirkiyeyê li êrişên vê dawiyê yên hêzên PKK zêdeyî 60 hêzên polîs û eskerên artêşa vî welatî û nêzîkî 200 kes jî birîndar bûne.