Tebax 26, 2015 11:12 Asia/Tehran
  • Peyama nivîskî ya serokkomarê Tirkiyê bo serokkomarê reviyayî yê Yemenê

Çavkaniyên medyayî li Erebistana Siûdî ragihandin ku serokkomarê Tirkiyê nameyeke nivîskî ji serokkoamrê reviyayî û istêfakirî yê Yemenê ku xwe li Riyazê veşartiye, şandiye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a dewleta Mîrnişînên Yekgirtî yên Ereb ango Iamaratê ji Riyazê, Receb Teyib Erdoxan li peyameke nivîskî bo Evderebbe Mensûr Hadî ku ji aliyê sefîrê Tirkiyê li Erebistanê, Fezlî Çûrman va raberî wî hat kirin, piştgiriya xwe ji Yemenê di rewşa niha da ragihand û li ser girîngiya parastina aramiya vî welatî pêgirî kir.