Tebax 26, 2015 10:35 Asia/Tehran
  • Hevhatina teze ya Amerîka û Tirkiyê ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê

Amerîkayê ragihand ku Waşîngton û Enqerê li ser şerê li dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê li hev kirine.

Li gorî rapora Press TV`yê, wezareta parastinê ya Amerîkayê ango Pêntagonê roja sêşemiyê ragihand ku hinek ji pirsgirêkên têknîkî ku li ser riya hevkariya Tirkiyê tev Amerîkayê di warê şerê li dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê da hebûn hatin wêdadayîn û ji niha û pê va Tirkiye dikare bi awayekî bibandor û xurtir alîkariya Amerîkayê li şerê li dijî DAIŞ`ê bike.
Pîtêr Kok ku yek ji rayedarên Pêntagonê ye idia kir ku lihevkirina teze ya di navbera Amerîka û Tirkiyê da wek beşek ji plana ku rê dide Amerîka pêgehên xwe yên leşkerî li nav axa Tirkiyê bi kar bîne, guhertinek teze di warê têkoşîna li hemberî koma çeteyên DAIŞ`ê tê hesibandin.
Kok got: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên têknîkî ku rê li ber bikaranîna pêgehên leşkerî yên Tirkiyê digirtin, hin hewildan pêk hatin û di encama wêdadayîna wan pirsgirêkan rê ji bo hevkariya li warê şerê li dijî dAIŞ`ê hat xweşkirin.