Tirkiye: PKK'ê zêde ji 300 zarok revandine
Tebax 25, 2015 11:05 Asia/Tehran
Dayra operasyon û têkoşîna dijî têrorîsmê ya Saziya Ewlehiya Giştî ya Tirkiyê, PKK'ê tawanbar ku ji 22'yê Tebaxa sala 2013'ê heta 22'yê Tebaxa 2015'ê, nêzî 316 zarok revandine.
Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Qeterê (Qana), vê dayreyê l irapora xwe desnîşan kiriye ku di nav kesên hatine revandin da, 88 keçik xûya dikin.Li gorî vê raporê, di sala 2014'ê da nêzî hezar kes û ji destpêka sala 2015'ê va heta niha jî 350 kes ji aliyê vê partiyê va hatine revandin.
Tirkiyê ji 24'ê Hezîranê va êrişên ser pêgehên PKK'ê destpê krine û ji wê dema heta niha nêzî 1600 kes jî girtine.
Şerê di navbera PKK'ê û artêşa Tirkiyê da bi dû êrişa têrorîstî ya Sirûçê ku di encamê da 32 ciwanên kurd hatin kuştinê careka din destpê bû.