Hevkariya Tirkiye û Amerîkayê bo operasyona hevpar dijî DAIŞ'ê
Tebax 25, 2015 09:52 Asia/Tehran
Wezîrê karên derva yê Tirkiyê ragihand ku operasyona hevpar a vî welatî û Amerîkayê dijî koma têrorîst a DAIŞ'ê yê di demeke nêzîk da destpê bibe.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA'yê, Mewlûd Çawûşoglu duh ragihand ku Tirkiye û Emirke yê di pêşerojeke nêzîk da operasyona hewayî ya berfire ji bo derxistina DAIŞ'ê ji navçeyeke bakûra Sûriyê li nêzîkî sînorên Tirkiyê destpê bikin.Mewlûd Çawûşoglu her wisan got: Muzakireyên berfire yên Amerîka û Tirkiyê di vî warî da duh kemilîn.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê desnîşan kir ku ihtimal heye hin hevpeymanên navçeyî ji wan Erebistan, Qeter û Urdin û hin welatên din ji wan Ingilîs û Fransa jî di vê operasyonê da pişkdar bin.
Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye û Amerîkayê tev hin welatên ereb û rojavayî di salên dawiyê da bi piştgiriyên darayî û locêstîk ji têrorîstên li Sûriyê, şerê li vî welatî gurrtir kirin.