Biryara dawiyê ya birêxistina hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê
Tebax 25, 2015 09:27 Asia/Tehran
Aqubet li gorî biryara serokomarê Tirkiyê, hilbijartinên pêşwext yê li vî welatî bên birêxistin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, nivîsgeha serokkomariya Tirkiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku Receb Teyîb Erdoxan, serokomarê Tirkiyê duh danê êvarê, bi awayekî fermî xwest ku hilbijartinên pêşwext bên birêxistin.Li daxûyaniya nivîsgeha serokomariya Tirkiyê ku li dawiya civîna serokomar û Ismet Yilmaz, serokê parlemana vî welatî hat weşandin, hatiye ku Erdoxan tevî danûstandinên siyasî nekarî civata wezîran a nû pêk bîne, loma li gorî desthilata ku destûrê daye wî, biryar da ku careka din bixwaze ku hilbijartinên pêşwext bên lidarxistin.
Li daxûyaniya nivîsgeha serokomariya Tirkiyê dema birêxistina hilbijartinên pêşwext nehatiye kifşkirinê, lê Receb Teyîb Erdoxan berî viya gotibû ku yê di 1 Mijdarê da bên lidarxistin.
Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê sêşema buhurî bi awayekî fermî ji Receb Teyîb Erdogan re ragihand ku hewldanên wî bo pêkanîna dewleta hevalbendiyê negihîştin encamê. Dema pêkanîna dewleta nû ya Tirkiyê roja yekşemê bi dawî hat û Receb Teyîb Erdogan, serokomarê vî welatî tevî pêgiriya ser helwestên xwe yên berê, got ku bo pêkanîna dewleta nû, bereya muxalif wezîfedar nake.
Aloziya siyasî ya Tirkiyê di rewşekê da pêk hat ku vî welatî meha buhurî êrişên ser PKK û DAIŞ'ê bi awayekî hevgav destpê kiriye.