Daxwaza dozgerê Enqerê ji bo girtina rêberên PKK`ê
Tebax 24, 2015 21:01 Asia/Tehran
Dozgerê paytexta Tirkiyê idianameyek amade kiriye û xwestiye ku 52 kes ji rêberên partiya karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) werin girtin.
Li gorî rapora IRNA`yê, dozgerê Enqerê li idianameya xwe, Cemîl Bayîk, Murad Qarayliyan û Doran Kalkan û 49 kes ji rêberên PKK`ê ku li bakûrê Iraqê û welatên ewropayî ne, bi sûcê damezirandina ``Rêxistinên têrorîstî`` ji bo derbelêxistina li yekparçetiya Tirkiyê tawanbar kirine.Dozgerê Enqerê roja duşemiyê ev idianameya raberî wezareta dadweriya Tirkiyê kir û xwest ku karên pêwîst û têkildar ji bo girtina 52 kes ji rêberên PKK`ê ji aliyê polîsê navneteweyî cih werin û ewna bo Tirkiyê werin vegerandin.
Artêşa Tirkiyê zêdetir ji mehekê ye ku pêgeh û çeperên PKK`ê li bajarên başûrê vî welatî û bakûrê Iraqê bi idia û behaneya şerê li dijî têrorîsmê dane ber êrîşên xwe yên esmanî.
Nearamiyên li Tirkiyê piştî êrîşa li ser çalakvanên hogirê kurdan li bajarê Surûçê li başûrê Tirkiyê û nêzikî sînorê Sûriyê ku di encamê da 31 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn,, dest pê kirin. Li gor idiaya dewleta Tirkiyê di heyama 45 rojên buhurî da 812 kes ji şervanên PKK`ê ji ber êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane.