Du eskerên Tirkiyê li Hekariyê hatin kuştin
Tebax 24, 2015 17:07 Asia/Tehran
Bi dû teqîna bombeyeke li kêleka cadeyê li parêzgeha Hekariya Tirkiyê, du esker hatin kuştin û sê az jî birîndar bûn.
Li gorî rapora malpera ANS Press`ê, li pey vê teqînê ku îro duşemiyê qewimî, hêzên ewlehiyê operasiyoneke berfireh ji bo girtina hokarên vê teqînê dest pê kirine.Agirbesa li Tirkiylê di navbera dewleta vî welatî û PKK, ji derûdora mehek berî niha hat rawestandin û di vê heyamê da pevçûna di navbera du aliyan da li hin deverên Tirkiyê berfireh bûye.
Li gorî amarên ku ji aliyê ajansa nûçeyan a Anatoliyê di roja şemiyê da hat weşandin, di encama pevçûnên vê dawiyê herîkêm 812 endamên PKK`ê jiyana xwe ji dest dane, her wiha 58 hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê jî hatine kuştin.