Ragihandina rewşa awarte li 111 navçên kurdnişîn ên Tirkiyê
Tebax 24, 2015 17:04 Asia/Tehran
Dewleta Tirkiyê hevgavê dewama pevçûnan di navbera artêşê û PKK'ê da, li 111 navçên kurdnişîn ên vî welatî rewşa awarte îlan kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA'yê, delweta Tirkiyê îro ragihand ku li 111 navçe ji 15 wilayetên kurdnişîn ên başûr û başûra rojhilata vî welatî heta demek nekifş rewşa awarte yê cih bê.Dewleta Tirkiyê berî viya jî li hin wilayetên kurdnişîn ên vî welatî rewşa awarte ya demkurt ragihandibû.
Partiyên muxalifên dewleta Tirkiyê jî li hemberî vê biryarê ragihandin ku îlankirina rewşa awarte li gorî destûra bingehîn maye ser îzna meclisa vî welatî û siyaseta dewleta Enqerê di vî warî da berovajî destûra bingehîn nirxandin.
Bi dû teqîna têrorîstî ya li Sirûçê ku di encamê da 32 ciwanên kurd hatin kuştinê û 104 kes jî birîndar bûn, pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û PKK'ê, piştî 2 salên agirbesê dubare destpê bûn.
Delweta Tirkiyê dibêje mideha 47 rojên êrişên ser pêgehên PKK'ê li bakûra Iraqê û li nav axa Tirkiyê da 812 hêzên PKK'ê hatine kuştin.