Tebax 24, 2015 16:38 Asia/Tehran
  • Meyla dawûdoxlû li bara raberkirina pêşniyara posta wezaretê ji bo nûnerên partiyên dijber

Serokwezîrê Tirkiyê ragihandn ku hez dike pêşniyara posta wezaretê bide nûnerên partiyên cûrbicûr ên dijber.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Ehmed Dawşdoxlû got: Eger berpirsiyariya damezirandina dewleta nû a Tirkiyê anegorî encama hilbijartinan bavêjin ustuyê min, ezê pêşniyara posta wezaretê bidim nûnerên Partiya Komnarxwaz a Gel (CHP) û Partiya Tevgera Neteweyî (MHP). dawûdoxlû got: Li gorî qanûna bingehîn a Tirkiyê serokê parlemanê divê berpirsiyariya parvekirina para partiyên ku di nava parlemanê da ne bide kesê ku berpirsiyariya pêkanîna dewleta nû avêtine ser milê wî.
Wî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku li gorî qanûna bingehîn a Tirkiyê biryardana li bara hebûna nûnerên partiyan li dewleta nû tu têkiliya xwe bi fraksiyonên wan tine, wisan pê da çû: Kesê ku berpirsiyariya damezirandina dewleta nû li ustiyê wî ye, li ser esasa para partiyan, pêşniyara xwe raberî nûneran dike û ewna jî vê pêşniyarê red yan qebûl dikin.