Tebax 23, 2015 19:40 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê hevşaredarên Sûr û Farqînê girtin

Li navçeyên Sûr û Farqînê yên Diyarbekirê piştî ku gel rêveberiyên xwe yên cewherî îlan kirin di 19'ê tebaxê de di operasyonên qirkirina siyasî de hevşaredarên DBP'î yên hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barut, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi, Hevserokê DBP'ê yê Sûrê Alî Riza Çîçeklî, xebatkara Akademiya Jinê Guneş Olmez, piştî karên midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Li dozgeriyê piştî îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtiyê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên heta saetên dereng ên şevê berdewam kir Narîn, Barut, Çîçeklî û Olmez bi îdiaya "xirakirina yekîtiya dewletê û tevahîbûna welat" hatin girtin. Hasan Irmak û Abdulnesîm Baran jî hatin berdan.