Tebax 23, 2015 18:39 Asia/Tehran
  • CHP'ê: Bila li bara Erdoxan lêkolîn pêk bê

Partiya Komarxcwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) xwest li bara idiayên têkildarê serokomarê vî welatî, lêkolîn pêk bên.

Li gorî rapora malpera rojnama Teref çapa Tirkiyê, Fikrî Saglar nunerê Mêrsînê ser bi CHP'ê ji meclisa vî welatî xwest ku li bara dosiyên gendeliya mezin a bi navê Dosiyên 17 û 25'ê kanûnêa sala 2013 'ê û dosiya şandina sîlehan bi kamyonên MIT'ê bo Sûriyê lêkolînê bike.
Saglar li nivîsarekê ku bi merema radestkirina bo desteya serokatiya meclisa Tirkiyê amade kir û di navbera parlemanterên CHP'ê da belav kir, xwest ku dosiya Erdoxan bo Dadgeha Destûra Bngehîna Tirkiyê bê şandinê.
Saglar, Erdogan li arê sûdwergirtina narewa ji desthilatê, hewldana bo bandordanîna ser biryara dadgehê têkildarê dosiya gemdeliya mezin a 25 Kanûnê û dosiya şandina sîlehan bo Sûriyê, binpêkirina qanûnên cezaya Tirkiyê, pêkanîna xeterê dijî yekperçetiya Tirkiyê tawanbar kir û desnîşan kir ku Erdogan divê bi daxwaza 2 car hebsa ebedê û 75 sal cezayê, li Dadgeha Bilind a Tirkiyê bê muhakimekirin.