êrîşa bi topên hawanê li ser zîndana navendî ya bajarê Şamê
Tebax 23, 2015 18:34 Asia/Tehran
Wezareta karên hundir a Sûriyê ragihand ku deh kes ji ber êrîşa bi topên hawanê ya têrorîstan hatin kuştin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Xihuayê, wezareta karên hundir a Sûriyê ragiahnd ku ji ber êrîşa bi topên hawanê ya roja yekşemiyê li ser zîndana navendî ya Şama paytexta Sûriyê deh kes ji welatiyên sûrî hatin kuştin û 53 kes jî birîndar bûn ku rewşa hinek ji wan xerab e. Ji aliyê din va, têrorîstên bicihbûyî li Heleba bakûrê Sûriyê, malên xelkê bi topên hawanê dan ber êrîşan. Di encama pevçûnên di navbera hêzên artêşa sûriyê û têrorîstan li dorhêla firokexaneya leşkerî ya Koyrisê li dorhêla Helebî jî çen dkes hatin kuştin yan birîndar bûn. Li bakûrê laziqiyê li rojavaya Sûriyê jî herîkêm 50 têrorîst ji ber êrîşa esmanî ya artêşa vî welatî li ser Çiyayê Kurmênc hatin kuştin. Hêzên hevpar ên sûrî û hêzên berxwedana Libnanê jî roja yekşemiyê karîn ku kontrola mizgefta Omer Farûq û derûdora wê û avahiya MTN`ê li Zebedaniyê li başûrê Sûriyê bigirin destê xwe. Li vê çarçovê artêşa û hêzên sûrî 37 têrorîst lki navçeyên dorhêla Şamê li başûrê Sûriyê kuştin û yekîneyên din ên sûrî hevrê ligel berxwedana Libnanê li halê pêşdaçûna li bajarêî Zebedaniyê ne ta ku navendên herî dawîn ên di bin kontrola têrorîstan ji aliyê rojhilata vî bajarî ji nav bibin. pêşdaçûnên artêşa Sûriyê û şervanên berxwerdanê li Zebedaniyê di van rojên dawî da bûye sebeb ku komên têrorîstî werin dorpêçkirin.