Tebax 23, 2015 18:31 Asia/Tehran
  • CHP'ê  serokomarê Tirkiyê da ber rexneyan

Cîgirê serokê koma Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) li meclisa Tirkiyê, Receb Teyîb Erdoxan serokomarê vî welatî ji ber hewldana bo guhertina pergala siyasiya vî welatî bo pergala serokatiyê bi tundî rexne kir.

Li gorî rapora rojnama Bugun çapa Tirkiyê, Levent Gok bi rexnekirina Erdoxan ji ber hewldana bo guhertina sîstema parlemaniya vî welatî got: Dosiya guhertina pergala parlemaniyê bo serokatiyê bi dû ragihandina encamên hilbijartinên 7 Hezîranê bo heta hetaiyê hat girêdanê.
Levend Gok her wiha bal kişande ragihandina birêxistina hilbijartinên pêşwext di 1 Mijdarê da ji aliyê Erdoxan va û got: Serokomarê Tirkiyê bêyî ku li benda kutabûna pêvajoya qanûnî be, demekê bo birêxistina hilbijartinan kifş dike.
Cîgirê serokê koma CHP'ê li meclisa Tirkiyê her wiha desnîşan kir Erdoxan danûstandinên dêmokratîk û exalaqa siyasî binpê dike û xwe ji rasipartina Kemal Kiliçdaroglu serokê CHP'ê bo pêkanîna dewletê vedidize.
Piştî şikesta Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê bo pêkanîna dewleta hevalbendiyê, CHP'ê ku piştî AKP'ê kursiyên herî zêde yên meclisê bi dest xistibû, ji Erdoxan xwest ku pêkanîna kabîneyê raspêre vê partiyê.