Daxwaza Demirtaş ji PKK bona rawestandina şêr û rexneya wî ya tund li diji Erdogan
Tebax 23, 2015 18:24 Asia/Tehran
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP`ê) Selahedîn Demirtaş li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê bi endamên çapemeniyê re civîn pêk anî û aşkere kir ku, bi rastî jî Tirkiye niha di demeke aloz de derbas dibe û pêwîst e ku tirk, kurd, esker, polîs û sivîl ji tu aliyî tu kes neyê kuştin û got: Ne sibê, ez niha di vê saetê de li Îzmirê dixwazim bang bikim, pêwîst e êdî mirin derhal bisekinin û PKK bê şert, bê merc çalakiyên xwe yên biçek, bibombe yên li bajar û çiyayan lidardixe bi dawî bike, ji aliyê me ve alternatîfa vê tuneye, ji hêla siyaseta demokratîk ve tu hinceta HDPê tuneye, hesabê tawanên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi kuştina polîs û eskeran ve nayê pirsîn, ew hemû zarokên vî welatî ne.
Demirtaş destnîşan kir ku Hilbijartina Berwext di nav partiyan de êdî meseleyeke tercîhê nîne û bi talûkeya şerê navxweyî re rû bi rû ye.Demîrtaş got: Hikûmeta hilbijartinê ya niha ne hikûmeta AKP`ê ye, em di nav hikûmeta AKPê ya ku bê avakirin de cih nagirin.
Demirtaş bal kişand ser 6 Milyon kesên ku rayên xwe dane HDP`ê û diyar kir ku, di hikûmeta hilbijartinê de 3 wezaret heqê wan in, ji bo ewlehî û edaleta hilbijartinê jî divê ew di hikûmetê de bin.
Demirtaş li Izmîrê her wiha ji çapemeniyê re ragihand: Hilbijartina pêşwext di navbera partiyan de na, di navbera aştî û şer de derbas bibe û wiha got: "Li aliyekî ferasetek ku ji bo îktidara xwe şerê navxweyî jî girtiey ber çavan, li aliyê din ji mexdûrî vî şerê jin, ciwan û bindest hene.”
Demirtaş berdewam kir û got: “Li Tirkiyê tu kes ji şerê navxweyî qezenc bike nîne. Li vê derê civakek ku vîna wî xurt e heye. Pêşeroj êdî di navbera du partiyan de nîne, di navbera du xetên cûad ye. Dê di hilbijartina pêşwext de jî ev xet biçin ser sinodoqan. Dê yên alîgirên aştiyê bin qezenc bikin û êdî AKP nebe partiya yekemîn jî."
Hevserokê giştiyê HDP teqez kir û got: “Em ê di her hilbijartinê de qezenc bikin û mezin bibin. Em xwediyê hêza ku AKP'ê têk bibin in. Serokomar derdikeve dibêje 'Em amedene zarokên xwe feda bikin' Zarokê kî ji bo çi feda dikî. Hûn zarokên xwe yên ku raporên rizandî girtiye feda dikin gelo. Di nava hemû darbestan de zarokên xizan hene. Ev polîtîkayek pir qirêje."