Christian Science Monitor: Ciwanên kurd ên Tirkiyê bi kêmtir ji serxwebûnê razî nabin
Tebax 23, 2015 18:24 Asia/Tehran
Li gorî gotina lîkolînerekî, mewqiya nû ya kurdan li Rojhilata Navînê, xwebaweriya ciwanên kurd li Tirkiyê xurt kiriye û ew niha xwe ji hêla siyasî û zêhnî va girêdayê Tirkiyê nizanin û xwazyarê serxwebûnê ne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê kovara Christian Science Monitor, bi dû êrişa ser mîtînga ciwanên kurd li bajarê Sirûçê ku di encamê da 32 ciwanên kurd hatin kuştin û agirbesa 2 salî hat binpêkirin û pêvajoya aştiya di navbera PKK'ê û dewleta Tirkiyê da sekinî, mewqiyek pêk hat ku nifşa ciwan a kurdan li Tirkiyê baweriya xwe li peywendiya aştiyane ya kurdan û tirkan tune û bi kêmtir ji serxwebûna kurdan ji vî welatî jî razî nîne.Muhemed Alkinz mamostê zanistên siyasî yê Zanîngheha Dicle ya Diyarbekrê di vî warî da dibêje: Heke pêvajoya aştiyê heta dawiya îsal destpê nebe, rewş yê ji kontrolê bê derê. Qatên Navîn û Jorîn ên civaka kurdan dengê xwe dan HDP'ê, lê nisla ciwantir ber bi cudabûna bi riya kiryarên çekdariyê va pêş da diçe.
Wî bal kişande ser vê yekê ku mewqiya roja îro ya kurdan li Rojhilata Navînê xwebaweriya ciwanên kurd li Tirkiyê xurt kiriye û ew niha xwe ji hêla siyasî û zêhnî va girêdaiyê Tirkiyê nizanin û xwazyarê serxwebûnê ne.
Serhed Mêrdînî sêkrêtêrê giştî yê hevpar ê Tevgera Ciwanên Serhildêr û Welatparêz (YDGH) ji nûçegihanê Christian Science Monitor ra gotiye ku nisla nû ya ciwanên kurd li Tirkiyê armancên mezintir ji yên nislên berê hene.
Wî bal kişande ser viya ku ciwanên kurd li Tirkiyê bi dû fêrbûna tam a zimanê zikmakî li nivîsgehên vê tevgerê ne û got: Gellek şer li pêş me ne. Ew şerana siyasî, aborî û dîplomatîk in. Ciwanên kurd li Tirkiyê divê amade bibin.
Evdilrehîm Ay, mafnas û şêwirmendê serokê Navenda Mafên Mirovan (mezlûmder) jî bi gotina viya ku gellek ciwanên kurd di salên buhurî da tevlî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çiqa leşkerî ya PYD'ê û Yekîneyên Parastina Jinan li Sûriyê bûne, ragihand ku nisla din yê zef radîkaltir be û em ê nekaribin wan control bikin.
Ayşe Dicle hevseroka Meyader'ê, navenda ku bala xwe dide ser karên malbatên şervanên ku li şerên Kobaniyê û deverên din da hatine kuştinê, dibêje ku nisla qedîm a kurdên Tirkiyê dixwaze ku pêvajoya aştiyê bigihêje encamê, lê nifşa ciwan baweriyên din hene. Di dehsaliya 1990'î da wehşet û şikenceyeke berfire li Tirkiyê hebû. Ciwanên kurd ew dem nedîtine û derbas nekrine, loma ev tirsa wan tune û êrişa ser kurdan tamul nakin, em nikarin pêşya wan bigirin.
Baran mafzaneke din a kurd ji nûçegihanê ji Christian Science Monitor re dibêje ku ez li dijî çûyîna serê çiyê me, lê heke dewleta Tirkiyê derfeta xebata dêmokratîk need ciwanan, yê pirraniya ciwanan riya çiyê bigirin ber xwe û têkoşîna bi çekê hilbijêrin.