Kuştina 812 endamên PKK'ê mideha 47 rojên buhurî da
Tebax 23, 2015 17:53 Asia/Tehran
Çavkaniyên leşkerî li Enqerê dibêjin ku mideha 47 rojên êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê ser pêgehên PKK'ê da, 812 endamên vê partiyê hatine kuştin.
Ajansa nûçan a ISNA'yê ji zarê malpera El- Muhîtê nivîsî ku di encama êrişên hanê da her wiha 250 endamên PKK'ê li nav û 300 jî li deveyî vî welatî birîndar bûne.Li gorî vê raporê, di vê heyamê da 56 polîs, serbaz û sînorparêzên Tirkiyê jî di encama êrişên PKK'ê da hatine kuştin .
Malpera Haberturk'ê jî îro ragihand ku têrorîstan di mideha 47 rojên derbazbûyî da 203 maşîn şewitandine û hejmarek serbaz û hêzên polîs jî revandine û ziyan gîhandine projeyên avakirina bendavan.
Ti aliyeke bêteref û serbixwe ev bîlançoya ku navendên leşkerî yên Tirkiyê li bara kuştî û birîndarên PKK ragihandine piştrst nekirine.
Bi dû teqîna Sirûçê ku di encamê da 32 ciwan hatin kuştinê û kuştina 2 polîsên Tirkiyê, eva 47 roj in ku şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKK'ê da piştî 2 salên agirbesê destpê bûye.