Tebax 23, 2015 17:23 Asia/Tehran
  • Numan kurtulmûş: HDP'ê nayê daxistin

Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê nûçeyên têkildarê ihtimala girêdana Partiya Dêmokratîka Gelan (HDP) ret kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA'yê, Numan Kurtulmûş cîgirê serokwezîrê Tirkiyê bal kişande ser ji sedî 13'ê dengên ku HDP'ê li hilbijartinên meclisê yên 7 Heîranê bi dest xistin û got: Dewleta vî welatî naxwaze partiya ku dengên gel bi dest xistiye, were girêdanê.
Kurtulmûş xitabî rêvebirên HDP'ê jî got: Partiyên ku li hilbijartinan dengê gel bi dest xistine, divê bo istiqrar û pêşketina Tirkiyê hewl bidin.
Bi dû dijwarbûna pevçûnên di navbera hêzên ewlehiya Tirkiyê û PKK'ê da, hin medyayên Tirkiyê behsa ihtimala daxistina HDP'ê kirin.
Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê jî roja îniyê ragihand ku bi dû şikesta muzakireyên pêkanîna dewleta hevalbendiyê li Tirkiyê, hilbijartinên pêşwext yê di 1 Mijdarê da bên lidarxistinê.
Dema 45 rojî ya partiyên siyasî yên Tirkiyê bi merema rêketina li ser pêkanîna dewleta hevalbendiyê li vî welatî, îro bi dawî hat. Eva li halekî ye ku AKP'ê nekarî li muzakireyê bi partiyên curbicur ra bo pêkanîna dewleta hevalbendiyê li hev bike.