Tebax 23, 2015 17:13 Asia/Tehran
  • Çekdarekî din ê tirk li diyarbekirê hat kuştin

Serbazekî din ê tirk ji aliyê endamên Partiya karkerên Kurdistanê, PKK, li bajarê kurdnişîn ê Diyarbekirê hat kuştin.

Li gorî rapora koma navmneteweyiya ajansa nûçeyan a Fars News`ê, kanala Erebiyê bi nûçeyeke lezgîn ragiahnd ku çekdarekî tirk li bajarê diyarbekirê ji aliyê PKK`ê va hat kuştin. Hema hema her roj nûçeyek li bara kuştin yan birîndarkirina hêzên tirk ji aliyê endamên PKK`ê va li başûrê rojhilata vî welatî ji aliyê endamên PKK`ê li medyayan belav dibe. Li pey êrîşa xwekujiyê di roja 20`ê tîrmeha 2015`an li bajarê Surûçê li başûrê Tirkiyê û li nêzikî sînorên Sûriyê ku di encamê da 32 çalakvanên kurd hatin kuştin û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn, PKK`ê piştî du salan dawî li agirbesê anî. Artêşa Tirkiyê jî bi idiaya bersiva êrîşên PKK`ê û di bin navê ``Şerê li dijî têrorîsmê`` pêgeh û çeperên PKK`ê li bakûrê Iraqê û nav axa vî welatî bombebaran dike.