Rexne ji dewleta Tirkiyê û Erdoxên
Tebax 23, 2015 11:29 Asia/Tehran
Berdevkê partiya Komarxwaz a Gel (CHP) li Tirkiyê ragihand: Berpirsê kiryarên têrorîstî û xwînrijandinên niha li Tirkiyê Erdoxan e.
Berdevkê Partiya Komaerxwaz a Gel, CHP, ragihand: Berpirs û hokarê bûyerêbn têrorîstî û xwînrijandinên niha li Tirkiyê Erdoxan e. Li gorî nivîsîna rojnameya Zaman`ê, cîgirê Partiya Komarxwaz a Gel û berdevkê vê partiyê, Halûk Koç li axaftina xwe tevî rexneya tund ji serokkoamrê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan, got: Hokar û berpirsê gişt bûyerê têrorîstî û rijandina xwînê li nav welêt, Erdoxanê serokkomar e. Welat di nav êgir û xwînê da ye û ev di rewşekê da ye ku serokkomar cûrekê tevdigere û diaxive ku nîşan dide li bara zêdebûna bûyerên têrorîstî li nav welêt sersar e. Berdevkê partiya Komarxwaz a Gel her wiha got: Partiya Komarxwaz a Gel amade ye ku dewleta hevpeymaniyê damezirîne. Erdoxan divê ku dev ji siyaseta xwe ya qirêj dest bikişîne û berpirsiyariya damezirandina dewleta hevpeymaniyê bide Partiya Komarçxwaz a Gel. Roja îro derdên serokkomar Erdoxan ne derdên Tirkiyê ne. Cîgirê Partiya Tevgera Neteweyî, MHP, Welûd Kaya Kara jî li axaftinekê tevî rexneya ji rewşa pêkhatî li Tirkiyê û pevçûnên di navbera hêzên çekdar ên vî welatî û şervanên partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wisan pê da çû: ``Berpirs û hokarê rewşa pêkhatî li Tirkiyê AKP'ê ye ku hikûmet bitûn û hertimî li 13 salên dawî ali destê wê da bû. Hebûn û nasnameya komara Tirkiyê, beranberiya gel û biratiya di nabera welatiyên tirk ketiye ber gef û metirsiyê û di vê riyê da her roj çekdarekî tirk, polîsekî tirk û welatiyekî tirk tê kuştin. Li welatê me bi taybet li herêmê rojhilat û başûrê rojhilata welêt komên têrorîstî gef li can û malê welatiyan dixwin. Li wan deveran rêxistinên paralel du sê sal in ku bi alîkariya komên têrorîstî û şaxên wan ên navxweyî ji bo parçekirina Tirkiyê û serxwebûna herêmên kurdnişîn xwîn rijandine.``