Teqîna li rojhilatê Tirkiyê
Tebax 22, 2015 11:56 Asia/Tehran
Teqîna nêzî qereqoleka candirmetiyê ya Tirkiyê li rojhilatê vî welatî bû sedema birîndarbûna du çekdaran.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Doganê, makîneyeka bi bombekirî roja îniyê nêzî qereqola candirmeriya Balaban li parêzgeha Wanê a Tirkiyê û nêzî sînorê vî welatî û Îranê teqiya. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) berpirsê vê teqînê dizanin.Hevgavê vê teqînê polîsek di encama êrişa endamên PKK'ê ser nivîsgeha Partya Dad û Geşepêdanê li parêzgeha Diyarbekrê, birîndar bû.
Teqîna 20ê Hezîranê li bajarê Sirûç a li parêzgeha Şanlî Ûrfaya Tirkiyê bû sedem ku agirbesa di navbera artêşê û PKK'ê piştî nêzî 2 salan bi dawî were.