Tebax 22, 2015 11:49 Asia/Tehran
  • Rola xirabkarane ya Tirkiyê li alûgorên navçeyê

Alûgorên siyasî yên Tirkiyê, rola xirabkerane ya vî welatî di çêkirina krîzan li navçê de nîşan dane.

Rojnama Şerq, çapa Têhranê, li hejmara xwe ya îro şemiyê li şirove û analîzekê ser rola Tirkiyê li navçê de nivîsî: Alûgorên siyasî û navxweyî yên Tirkiyê ji çend mehan berî niha va ber bi aliyekê diçe ku rola xirabkarane ya vî welatî li qeyranên navçeyî zêde ji berê dikevin ber çavan. Rojnama Şerqê nivîsî ku li seretaya van siyasetên xirabkarane Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê tê dîtin ku di van salên dawiyê de bona qahîmkirina desthilata xwe ya dîktatorane, hêza xwe ya siyasî û serêxwegirtina hêvî û mirazên xwe yên Osmanîyeta nû, hewl dide ku qanûna bingehîn biguhere û rê ji bo guhertina pergal û sîstema parlimanî û danîna pegala serokatiyê dewsa wê serast bike.
Li gorî nivîsara rojanma Şerqê, şikesta Partya Dad û Geşepêdanê bi serokatiya Erdogan li hilbijartinên parlimanî yên 7'ê Hernandez buhurî û ketina rikeberên nû nav meydana siyasiya vî welatî, yên wekî kurdan, bû sedem ku serê Erdogan li kêvir bikeve û rûniştina ser textê serokatiya her wek sultanê bi hêz û qawet yê Osmanî jê re bibe xewn û xeyal û hesreta pêkanîna osmanîzma nû li dilê wî de bimîne. Rojnama Şerqê nivîsiye ku Erdogan li meydana navxweyî, lîstik, ser kara dijberên xwe derdaye û di warê siyaseta derveyî jî bi tundî li bin zexta raya giştî ya neteweyî, navçeyî û navneteweyî ye, her ji ber vê yekê dil heye ku tola xwe ji dijminê xwe yê herî mezin yanê kurdan hilde.
Vê rojnama çapa Têhranê, bal kişandiye ser êrişa Tirkiyê ser pêgehên Partiya Karkerên Kurdistana vî welatî (PKK) li bakûra Iraqê û bi mehaneya sekinîna li hemberî terorîsmê û nivîsî: Erdogan bi despêkirina şerrê li sînorên vî welatî yên bi Iraq û Sûriyê, vê carê dixwaze ku dengên nasyonalîstên tirk ji bo hilbijartina nû yên parlimanê ku biryar e yekê Teşrînê were lidarxistin, bîne dest.
Rojnama Şerq, destnîşan kiriye: Siyaseta Erdogan ya dubarekirina hilbijartina parlimanî, bi başî nîşan dida gotûbêja bi partiyên din ên ji bo pêkanîna dewleta hevalbendiyê, tenê lîstikek bû û tu wextî Partiya Dad û Geşepêdanê nedixwast ku dewleta hevalbend pêk bîne.