Deh polîsên Tirkiyê tawanbar kirin ku alîkariya terorîzmê dikin
Tebax 22, 2015 08:43 Asia/Tehran
Dadgehek li Enqerê duh deh polîsê Tirkiyê bi tawana hewldana ji bo têkdayîna hikûmeta AKP'ê tawanbar kirin.
Ajansa Anadoluyê nivîsiye ku ev kesana bi tawana endametiya di nav saziyeke çakdar ê terorîstî û komkirina zanyarî û agahiyan ser malbata Erdogan û wî bi xwe li dadgehê mehkeme dibin. Belgeyên ku dadgehê raber kirine nîşan didin ku polîsên hanê ji riya sîstimeke analîz û şiroveyê ya pêşkerîl ku hêzên ewlehiya Tirkiyê jê bona arşîvkirin û ragirtina agahiyan îstifade dikin, bi dest xistine . Ev hêzên Polîs berî viya hatibûn tawanbar kirin ku li sala 2012 heya 2013 ji riyên neqanûnî agahiyên derheq kesayetiyan bi dest xistine û dane ber destê rêxistina hanê ya çekdar. Hikûmeta Enqerê û şexsê Erdogan serokkomarê Tirkiyê Tevgera Gulen ya bin çavdêrê xetîbê olî Fetullah Gulen ku li Amerîkayê rûdine bi caran tawanbar kiriye ku ji bo têkbirina hikûmeta Enqerê dixebite. Vêca hikûmeta Enqerê bi mihaya rawestana li ber komployên vê tevgerê gelek kes bi tawana endametiya di nav wê girtine û mehkeme kirine û xistine hewsê . Piraniya kesên hanê ku bi vê yekê tên tawanbar kirin endamên polîs in an jî li teşkîlata dadweriyê dixebitin.