Nûçeyên BBC li bara PKK bûn sedema hêrsbûna hikûmeta Enqerê
Tebax 21, 2015 20:33 Asia/Tehran
Wezareta karên derve ya Tirkiyê îro şêwaza weşandina nûçe û raporan ji aliyê BBC'ê li bara PKK'ê protesto kir û xwest ku BBC bi hestyariyeke zêde berê xwe bide vê mselê û bi berpirsatiyê nûçeyên li vê barê de biweşîne.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê ser vê yekê daxuyaniyek li malpera xwe ya fermî weşandiye û ragihandiye: Weşandina rapor û nûçeyên wiha li bara vê grûpê ku piraniya welatan ew wek grûpeke terorîst dane zanîn, piştgiriya eşkera ji terorîzmê tê hesabê. Wezareta karên derve ya Tirkiyê nûçeyên li bara şerê PKK li dij grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê wek propagandek ser xêr û kara PKK'ê dizane û dixwaze nûçeyên wiha her çend ku rast jî bibin werin sansor kirin. Li vê çarçovê de wezareta derve ya Tirkiyê ragihandiye, PKK ji aliyê Îngilstan û gişt endamên Yekitiya Ewropayê wek grûpeke terorîstî û neqanûnî tê zanîn, lê BBC li nûçe û raporên xwe yên ser vê grûpê wisa dixebite ku tûyê bibêjî PKK mijûlî şerê li dij terorîzmê ye. BBC roja çarşema bihûrî ragihand ku PKK xwe ji bo şerê li dij grûpa terforîstî ya DAIŞ'ê amade dike, her ev nûçeya bû sedema hêrsbûna rayedarên Tirkiyê. Hejî gotinê ye karzan û medyayên cîhanê bi caran bi eşkera ragihandine ku Tirkiye piştgiriya grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê dike û êrişên vê dawiyê yên Tirkiyê li dij vê grûpa terorîstî formalîte û bê encam in û bi tenê ji bo veşartina piştgiriya Tirkiyê ji DAIŞ'ê cih tên.Wezareta karên derve ya Tirkiyê li daxuyaniya xwe de ragihandiye ku eva zêde ji 30 salan e ku PKK li dij Tirkiyê şer dike û welatên rojavayê ew wek grûpeke terorîst dane zanîn, lê niha ew dixwaze li şerê li dijî DAIŞ'ê bibe aliyeke sereke. Tirkiyê berî viya jî hevkarfiya hêzên kurd yên YPK'ê û Amerîkayê li dij grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê protesto kiribû. Ryedarên tirk şerê PKK û YPG li dij grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê sedema bi rometbûna wa li cem raya giştî ya cîhanê dizane û hez dike nûçeyên li bara serkevtin û pêşveçûna van grûpên kurdî li hemberî DAIŞ'ê bi tûm sansor bibin û neyên bihîstin.