Tebax 21, 2015 16:05 Asia/Tehran
  • Êrişa PKK'ê ser bargeha jendermeriyê ya Stenbulê

Jêderên nûçeyan yên Tirkiyê ragihandine ku endamnên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya Tirkiyê êrişî ser bargeha jendermeriyê ya Kiracê li devera Esenyurtê ya Stenbulê kirin.

Malpera Axaz Az ji zarê medyayên Tirkiyê ragihand, hêzên PKK îro êrişî ser bargeha jendermeriyê ya Kiraca Esenyurtê kirin ku li gorî agahiyên herî dawiyê li vê êriş û pevçûnê de ti kes nehatiye kuştin û birîndar nebûye.
Şer û pevşûn li deverê de bi awayekî perate û cuda cuda berdewam dike û hêzên Tirkiyê ji bi alîkariya helîkopteran û hêza hewayî hewldide endamên PKK yên li deverê de bigre .
Di encama teqîna terorîstî ya bajarê Surûçê ku grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ew girte sikura xwe 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, lê hikûmeta Tirkiyê bi mihaneya şerê li dij terorîzê dewsa ku êrişî ser grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê bike, êrişî ser pêgeh û kempên PKK'ê kir û bi vî awayî agirbesa ku zêde ji du salan di navbera Tirkiyê û PKK damezirîbû têk çû û di encama vê yekê şer û pevçûn û bê ewlehî di nav vî welatî zêde bûne .