Malbatên leşkerên Tirkiyê li dijî şer nerazîbûn nîşan dan
Tebax 21, 2015 14:10 Asia/Tehran
Îro li Tirkiyê meytên 8 leşkerên ku di teqîna Sêrtê de miribûn hatine veşartin. Di dema merasîmê de xelkê li dijî şer nerazbûn nîşan dan û giliyê berpirsên dewletê kirin.
Li gor ragihandina Bas Newsê, Îro li deverên kurdnişîn û yên din ên Tirkiyê meytên 8 leşkerên ku di teqîna Sêrtê de miribûn hatine veşartin. Di dema merasîmê de xelkê li dijî şer nerazbûna xwe nîşan dan û berpirsên dewletê ji ber despêkirina şêr bi şidet rexne kirin û xwestin şer were rawestandin.Meytê leşkerê Erzeromî Receb Beycur îro danê nîvro gihandin gundê Kirimkaya ya ser bi navçeya Qereqoçanê. Bavê Beycûr ji ber nexweşiya dil nekarî beşdarê merasîmê bibe. Mamê wî Omer Baycur di dema merasîmê de bi dengek bilind got: ‘’Min ciwanê xwe bi zindî şand lê meytê wî ji me re anîn. Bila Serokomar bizane ku heta min ew mezin kir û anî vê rojê, min gelek êş kişand. Birayan bi destê birayan dikujin.’’
Meytê leşkerê bi navê Mehmed Xelîl Barkin jî li navçeya Şirnexê Silopî hate veşartin. Li vir jî xalê vî leşkerî Faruq Akkaya li hemberî Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdopgan nerazîbûn nîşanda.
Piştî veşartina termê Barkin bavê wî ji Parêzgarê Şirnexê Ali İhsan Su re got: ‘’Bila eva bibe xwîna dawî, êdî xwîn nerije.’’
Di heman demi de xelkê ku beşdarê merasîmê bibûn jî li dijî hikûmeta AKP û Erdogan dirûşm qêriyan û xwestin şer raweste.
Efserê Tirk Ferdî Gereklî ku di heman teqînê de miribû jî li navçeya Ceyhana bajarê Edenê hate veşartin. Xizmên Gerklî di vê merasîmê de jî li dijî PKKê û hikûmetê neraznîbûna xwe nîşan dan û gotin: ‘’We behsa proseya aştiyê kir, lê dawî de eva bû agir kete malan.’’
Li bajarê Bursayê jî meytê leşkerê bi navê Bahadir Aydin hate veşartin. Wezîrê Tendurustiyê Mehmed Muezinoglu jî tevlî merasîmê bû. Muezînoglu li vir axivî û got: ‘’Heger me Serokoomar Erdogan weke ‘Serok’ hilbijartiba îro ev rewş nedihate jiyankirin.’’
Li ser van gotinên wezîr girseya gel nerazîbûnek tund nîşanda û êrîş bire ser wî û şûşeyên avê, avêtinê. Parêzvanên Muezinoglu ew parastin û ji cihê rûdanan dûrxistin.
Meytê leşkerê bi navê Bariş Akin jî birin Enqerê. Di dema veşartina termê Akin de dayika wî bang li Erdogan kir ku şêr rawestîne. Dayika Akin hêrs bû û got: ”Çima kurê Erdogan namre?”