Tirkiye Qendîl bombardiman kir
Tebax 21, 2015 13:33 Asia/Tehran
Duh balafirên şer yên Tirkiye li Qendîlê kampên PKK’ê yên dikevin deverê Soran, Mêrgesor û bintarê Qendîl bi tundî bombardiman kir.
Li gor ragihandina BasNews’ê, Balafirên şer yên Tirkiye sînorê asmanîyê Herêma Kurdistanê careke din bezand û dewr û berê gundên, Bokirîskan,Bolê,REzge,Marid,Ênzê û çend cihêndin yên binarê Qandîlê bi tundî bombaridman dikin. Li gor wan zayariyan li asmanê Başûrê Kurdistanê 4 balafirê şer yên Tirkiye hatiye dîtin.Heta niha nehatiya zanîn ka bê vê bombardimana balafirên Tirkiye çi zerer û ziyan gihandiye van devaran û heta niha zelalê ka bê xelkê van gundin bi ber vê bombardimanê ketine yan na.
Berî niha balafirên Tirkiye gundê Zegelê kiribûn amarmanca û 8 welatiyên sivîl kuştibûn.
Li ser şerê di nav bera hêzên PKK’ê û Artêşa Tirkiye li nav bajarokê Şemzînan, xelkê vê deverê goçberbûn û berê xwe dan bajaroka Mergesorê ya ser bi Hewlêrê ku hat zanîn balafirên Tirkiye devara Mêrgesorê jî bombardiman kiriye.